>PEPÛK Çîroka Pepûkê

Hebû tune bû, li alîyê Dêsimê malbatekî belengaz û feqîr hebû. Keç û lawikekî wê malê hebû. Dê, bav û zarok bi şadî û kêfxweşî di wê malê de dijîyan.

Rojekê dîya zarokan nexweş dikeve û di demeke kin de dimire û zarok bê dê dimînin. Piştî mirîna dayîkê, bavê zarokan carek din dizewice. Êdî cihê dîya zarokan damarî digire. Damarîya zarokan ji zarokan hez nake, heqereti li zarokan dike û her dem astengiyan derdixe pêş wan.

Rojekê dasê û tûrik dide destê wan zarokan dişîne komkirina kerengan. Xwang û bira das û tûrikê digirin û diçin kerengan kom bikin. Herdu xwang û bira li kerengan gerîyane, xwangê, bi dasê kereng jê kirine û sincikên kerengan paqij kirîye û kirîye tûrikên xwe.

Tûrik jî li pişta birayê wê bû. Gelek kereng kom kirine û kirine tûrikê. Piştre berê xwe dane malê û ketine rêya malê.

Gelek rê hatine, qefilîne û birçî bûne. Xwangê gotîye, bira em li vir rûnên weysa xwe bigirin û çend kerengan bixwin. Li wir sekinîne, xwangê devê tûrikê vekirîye ku çi veke! di tûrik de tenê 3-4 kereng mane.

Xwanga lawik pê re pevdiçe, “Te çima ew kereng xwarine?.” Bira dibêje, “Xwûşka delal, min tenê yek xwar yên din nexwarin.” Xwûşka wî jê bawer nake û pevçûna xwe lê zêde dike. Lawik dinêre ku xwûşka wî jê bawer nake, dibêje, “Ger tu ji min bawer nakî, dasê li zikê min de û zikê min biçirîne (bidirîne), ka binêre min xwarîye yan nexwarîye”. Xwang dasê zikê lêwik dixine û verdişîne û hundirê lêwik dinêre.

Dema ku li hundirê birayê xwe dinêre kerengan tê de nabîne. Carek din devê tûrikê vedike û dibîne ku binê tûrik kun e û hemû di wê kunê de weşîyan e. Xwîn lê dikeve û xwîn jê diherike.

Bi wê kul û birînê, bira li wir dimire. Wê demê pepoo (eywah ) dibêje “Min çi kir?!”. Wateya pepo “eywah” e.

Ji bo vê jî dema ku mirov tiştekî xirab bike dibêje pepoo. Piştî wê bûyera xirab, ji kirina xwe poşman dibe û êdî nikare vegere malê. Çalekî dikole, birayê xwe dike çalê û xweliyê davêje ser û vedişêre.

Piştre bi recê bang li xwedê dike. Dibêje “Xwedêyo, tu ji kerema xwe min bikî pepûk. Ez vî derd û kula xwe, ya ku min xwe bi xwe kirîye ji hemû alemê re vebêjim û bila her kes hînî derd û kula min be!”.

Daxwaza xwangê qebûl dibe û xwedê wê dike teyra pepûk. Dibe pepûk û diçe yawanê û dest bi xwendinê dike û dibêje, “Pepoo, kê kir? Min kir!

Kê kuşt? Min kuşt! Kê şuşt?

Min şuşt! Kê helanî? Min helanî!”.

Pepûk çîya çîya, banî banî, gelî gelî difire û bi wî şiklî derd û kula xwe tîne zimên. Biharê dema ku kereng derdikevin devê pepûk vedibe û dixwinî heta ku kereng hişkdibin. Kereng ku hişkdibin pepuk jî lal dibe û dev ji xwendinê berdide heta sala bê.

Pepuk Hikayesini Bize Gönderen Köylümüz  orhan Budak’a Tesekür ederiz

Avrupa Dersim Rîçikliler Dernegi<